“ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ”
PKK’Ê: GELÊ KURD Û TEVGERA WÎ BI RÊBERTÎ Û ŞEHÎDÊN XWE SERBILIND IN
Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî..
Komîtê diyar kir ku fêmkirina rast a şehadetê rê serkeftinê misoger dike û wiha dewam kir:
Beriya 44 salan li bajarê Dîlokê, şehadeta şoreşgerê mezin Hakî Karer di dîroka azadiya Kurdistanê de bû destpêka qonaxeke nû.
Rêber Apo şehadeta hevrê Hakî kir sedema binghîna a avakirina PKK’ê û bi vî awayî tevgereke nû a azadiyê pêş xist.
Ji ber vê çendê 18’ê Gulanê di dîroka Kurdistanê de weke roja şehîdan hatiye pênasekirin.
Ev roj di heman demê de salvegera 48’an a şehadeta pêşengê tevgera şoreşger a Tirkiyê Îbrahîm Kaypakkaya jî.
Komîtê diyar kir ku PKK’ê di kêliyên xwe ên destpêkê de bû partiya şehîdan û wiha got:
Pêvajoya dîrokî ya 18’ê Gulana 1977’an destpêkir, bi xeleka şehadetên meha Gulanê, Xelîl Çavgun, Abdulqadir Çubukçû, Mehmet Karasungu, Îbrahîm Bîlgîn, Hozan Mizgîn, Ramazan Kaplan, şehîdên Komkujiya Hewlêr û heta Qasim Engîn dewam kir.
Eşkere ye ku ev mirovên pêşeng û tevahiya şehîdên Kurdistanê, rêya şoreşê li pêşiya me vekirin. Yên li hemberî zor û zehmetiyan liberxwe dan û bi ti awayî kelem nasnekirin, ew şehîd bûn. Bi vê lehnegî û fedekariya xwe ji bo tevahiya gelê Kurd mîrateyeke pîroz hiştin.
Komîteya Navendî ya PKK’ê bi bîr xist ku dewleta Tirk bi rêya rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê tevgereke qirkirinê ya topyekûn li dijî gelê Kurd destpêkiriye û wiha dewam kir:
Bi êrişên dawî yên li dijî Zap. Metîna û Avaşîn, plan dikin ku ew ê tevgera azadiya Kurd tine bikin. Bi vî awayî difikirin ku ew ê plana qirkirina Kurdan ji bo wan hêsantir be.
Bi vê tevgera faşîzan re, dewleta Tirk plan dike ku komên xwe ên çete li Rojavayê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bike.
Bêgûman ev êriş bi destûr û erêkirina hin hêzên cîhanî û derdorên berjewendî-perest destpêkirine.
Di serî de gelê Kurdistanê yê welatparêz, banga me ji bi gelên Tirkiyê û herêmê ew e ku li her qadê dengê xwe li dijî faşîzma AKP-MHP bilind bikin.
Êrîş çiqas dijwar bin jî em ê meşa xwe a ji bo azadiya Rêber Apo rizgarkirina gelan bi biryardarî dewam bikin.
Ji bo vê di serî de jin û ciwan, em bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe li ber faşîzmê rabin.