KOMKUJIYA HEWLÊRÊ
16’Ê GULANA 1997’AN BÛ RÛPELEKÎ REŞ DI DÎROKA KURDISTANÊ DE
14’ê Gulana 1997’an dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dest bi êrişeke nû ya ji bo dagirkirinê kiribû.
Di vê êrişê de hêzên PDK’ê jî cihê xwe girtibûn.
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî soz dabû rayedarên PKK’ê ku hêzên wî di vê êrişê de cihê xwe negirin.
Lê di ser vê sozê re du roj derbas bûn û komkujiyeke giran li Hewlêrê pêk hat.
Li dijî Nexweşxaneya Dezgehê Jiyan û Awadan a Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Giştî ya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk, Navenda Çanda Mezopotomya, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad, rojnameyên Welat û Welatê Roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve êrişên hemwext pêk hatin.
Hêzên PDK’ê bi çekên giran ev sazî dan ber gulleyan.
Li hemberî wan gaziyên şer, nexweş, hunermend, rojnamevan û siyasetvanên bêparastin hebûn.
Di êrişan de 83 kes şehîd bûn.
Di hejmara 56’an a Rojnameya Çetir de hat ragihandin, ku beşek ji cenazeyên şehîdan li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê hatine veşartin.
Lê heta niha jî PDK’ê bersiv nedaye daxwazên malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyan.
Di komkujiya Hewlêrê de 20 rojnamevan jî hatin şehîdxistin.
Ew xebatkarên Rojnameya Roj, Welatê Roj, Med Tv bûn.
Mihemed Nadir Gezneyî bi nasnav Xogir
Azad Mihemed, bi nasnav Kemal
Şiwane Hemelaw, bi nasnav Rêbaz
Idrîs Elî Mihemed, bi nasnav Azad
Receb Mihemed Salih, bi nasnav Goran
Gelawêj Kemal Hesen, bi nasnav Rewşen
Yusuf Xalid Necîb, bi nasnav Murad
Hamid Berzencî, bi nasnav Kawe
Îsmaîl Ebdullah, bi nasnav Aram Şeqlawe
Gelawêj Arif Mehmud, bi nasnav Berxwedan
Şêx Kameran Hîranî
Perî Osman Mihemed, bi nasnav Peyam
Nahîde Hemesalih, bi nasnav Ruken
Gunay Geçilmez, bi nasnav Ronahî
Mêrxas Serêkaniyê
Ronî Melazgirt
Roza Yusif, bi nasnav Roza Cudî
Ciwan Şêxo, bi nasnav Huner
Serkewt Xaneqînî
Û Bekir Dogan, bi nasnav Numan