GEFA LI SER JIYANA RÊBER APO
PJAK Û KODAR: BI RIHÊ SERLHILDANÊN 1999’AN XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR’ê têkildarî îdiayên li ser jiyana Rêber Apo, daxuyaniyek da.
PJAK û KODAR’ê awayê xwedî derketina gelê kurd li Rojhilatê welêt li Rêber Apo di dema komploya 1999’an de bibîr xistin û gotin:
Jiyan û tenduristiya Rêber Apo ji bo gelê me xeta sor e.
Em bang li gelê xwe yê li Rojhilatê Kurdistan û derveyî welêt dikin, bi ruhê serhildanên sala 1999’an xwedî li Rêber Apo derbikevin.
ÎDIAYÊN DER BARÊ JIYANA RÊBER APO DE
TEV-DEM: EV ÎDIA TÊN WATEYA KOMPLOYEKE NÛ
Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî der barê îdiayên li ser tenduristiya Rêber Apo daxuyaniyek weşand.
TEV-DEM’ê diyar kir ku belavkirina îdiayên li ser jiyana Rêber Apo tê wateya komployeke nû ya AKP û MHP’ê.
TEV-DEM’ê îşaret bi berpirsiyariya CPTyê jî kir û ji kurdan û dostên wan xwest zextê li CPTyê bikin da ku bi berpirsiyariya xwe rabe.
FEDERASYONA GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ:
SEDEMA PERGALA ÎMRALIYÊ BÊDENGIYA CPT Û WELATÊN EWRÛPAYÊ YE
Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Başûrê Kurdistanê jî der barê îdiayan de daxuyaniyek da.
Federasyonê di daxuyaniyê de bêdengiya CPT û welatên Ewrupa ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo, weke sedema dewamkirina tecrîdê pênase kir.
Federasyonê di daxuyaniyê de bang li gel û hêzên siyasî kir û wiha hat gotin:
Divê ji bo şikandina tecrîd û hevdîtina bi Rêber Ocalan re, gelê me xwedî helwestek diyarker be.
Saziyên kurdên li Rûsyayê fikarên xwe yên li ser tenduristiya Rêber Apo parve kirin.
Saziyan xwest, ku tavilê parêzer û malbat biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin.