PARÊZERÊ OCALAN ÎBRAHÎM BÎLMEZ:
DIVÊ EM BI XWE BIÇIN Û HEVDÎTINA RÛ BI RÛ PÊK BÎNIN
Parêzerên Rêber Apo piştî îdîayên li ser jiyana Rêber Apo, ji bo bi awayekî lezgîn biçin Îmraliyê 2 caran serî li serdozgeriya Bursayê dan.
Lê belê Serdozgeriya Bursayê li dewsa daxwaza parêzeran qebûl bike, daxuyaniyeke nivîskî weşand û îdîa kir ku rewşa Rêber Apo baş e.
Ji parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez li ser daxuyaniya serdozgeriya Bursayê axivî û careke din daxwaza bi lezgînî a çûyina Îmraliyê anî ziman.
Bîlmez diyar kir ku ew wekî parêzer dixwazin biçin Îmraliyê û got: Em dixwazin derbarê tenduristî û ewlekariya muwelîlê xwe de serwext bibin. Divê tecrîd û pêkanînên kêfî yên li ÎMraliyê rabin. Pêwiste birêz Ocalan, û girtiyên din ên ÎMraliyê karibin mafên xwe yên bingehîn bi kar bînin.
BIRAYÊ RÊBER APO MEHMET OCALAN:
HETA EM AN PARÊZER NEÇIN ÎMRALÎ, WÊ FIKARÊN ME BI DAWÎ NEBIN
Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan jî, li ser daxuyaniya serdozgeriya Bursayê axivî û nerazîbûn nîşan da.
Mehmet Ocalan got, madem serdozgerî dibêje tiştek wisa nîne û rewşa wî başe, bila wê çaxê bihêle em an jî parêzer biçin Îmraliyê û rewşê bi çavên xwe bibînin.
Mehmet Ocalan anî ziman ku heta ew an jî parêzer neçin hevdîtina rû bi rû, wê fikarin wan û gelê Kurd bi dawî nebin û careke din banga çûyina lezgîn a Îmraliyê kir.