NÛNERÊN EŞÎRÊN EREBAN BANG LI CPT’Ê KIRIN
‘OCALAN NÛNERÊ TEVAHIYA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ YE, DIVÊ CPT BI ERKA XWE RABE’
Beriya bi çend rojan li ser medya dîjîtal der barê jiyana Rêber Apo de hin nûçeyên neçê hatin belavkirin.
Ev îdia ne bi tenê gelê kurd hêzên demokrasiyê xistin nava seferberiyê.
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî van îdiayan bi çalakiyan dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re nîşan didin.
Nûnerên êşîrên ereban ên Til Temirê dixwazin agahiyeke pêbawer ji Rêber Apo wergirin.
Xelef El-Nehir ê ji eşîra El-Begara ya çiyayê Kizwana ye got:
Rêber Ocalan nûnertiya gelê Ereb, Kurd, Xiristiyan û tevahî pêkhateyên herêmê dike.
Em bang li rêxistinên navnetewî, mirovî û civaka navnetewî dikin ku ji bo bi lez rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan were eşkerekirin bikevin nav tevgerê.
Elaa El-Zahir ê ji eşîra Şerabîn îşaret bi rola CPT’yê kir.
El Zahir got: Rêber Ocalan projeya aştiyê ji bo hemû gel û civakên li Rojhilata Navîn e.
Divê CPT û rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe rabin û bi lez rewşa Rêber Ocalan zelal bikin.