Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Amedê Newroza milyonan 17.03.2021

 

LI AMEDÊ NEWROZA MILYONAN
DERYAYA MIROVAN A BI BERXWEDAN Û AGIR TEŞE GIRTIYE

Rêber Apo dibêje; Gelê kurd gelê Newrozê ye.

Dema ku mirov ji îro li salên bihurî dinêre, mirov şahidî li rastiya vê tespîtê dike.

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker timî ji geşbûna wî agirî tirsiyan.

Ew tarî bûn ji ji tarîtiyê hez dikirin lê Newroz bi ronahiya agirê xwe dawî li tarîtiyê dianî.

Wan çiqas qedexe kir, gel ewqas lê xwedî derket.

Di Newroza 1992’yan de dewletê li Cizîr û Nisêbînê komkujî pêk anîn.

Li Amedê jî waliyê dagirker hewl da Newrozê qedexe bike.

Walî rabû biryar da ku newroz neyê pîrozkirin.

Lê zêdetirî hezar kes li ber avahiya HEP’ê kom bûn û agirê Newrozê vêxistin.

Di sala 1993’yan de PKK’ê agirbesta yekalî ya yekem ragihand.

Newroza 93’yan ji bo lêgerîna çareseriya siyasî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Heta sala 1995’an dewletê îmtîna dikir ku navê Newrozê jî bi lêv bike.

Lê piştî wê dît ku nabe îcar rabû ku bi naveroka wê bilîze.

Lê gel li dora agirê newrozê bû perwane û hewes û mexseda wan di qirika wan de hişt.

Li ser vê di 1996’an de dewletê dîsa hewl da Newrozê qedexe bike.

Li ser vê yekê li hemû kolan û sikakên Amedê agirê Newrozê hat vêxistin.

Dewlet ji bo vî agirî vemirine bi polîs û eskerên xwe êrişî gel kir.

Gel li ser êrişan berê xwe da Qada Batikentê.

Li vir Newroz ji aliyê hezaran ve bi hêrsa li dijî êrişan û bi coşeke mezin hat vêxistin.

Di sala 1997’an de li Qada Batikentê îcar bi kêmanî 15 hezar kesan agirê azadiyê vêxist.

Sala 1999’an li Amedê Newroz bi hêra Komploya Navnetewî hat vêxistin.

Gel dilsoziya xwe ya bi Rêberê xwe re careke din nîşan da.

Di sala 2000’î de li qada Fûarê a Amedê bi kûmanî 500 hezar kes Newroza Arî pîroz kir.

Bi vê Newrozê re êdî li bakurê welat dewra newrozên girseyî jî dest pê kir.

Sala 2002’yan dewletê ji gel tirsiya xwest newrozê qedexe bike. Lê bi kêmanî milyonek kes li dora agirê azadiyê govend gerand.

Newrozên salên 2004, 2005 û 2006’an ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin û gel li qada Newrozê dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re danî holê.

Sala 2007’an Qada Fûarê êdî nema dikarîbû gel hilgire. Ji ber vê jî pîzobahî li Qada Newrozê pêk hat.

Di sala 2012’an wezareta karê hundir Newroz qedexe kir.

Tevî qedexeyan jî gel bend û bariyerên polîsan şikandin û berê xwe da qada Newrozê.

Newroza 2013’an Manîfestoya Rêber Apo mora xwe li Newrozê xist.

2016’an dewleta tirk piştî êrişa topyekûn a li dijî gelê kurd, hêvî dikir ku kes danekeve qadan.

Lê 2016″an gelê kurd îradeya ji bo jiyana azad bi coşeke mezin nîşan da.

Amediyan Newroza 2019’an bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo pêşwazî kir.

Newroz bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê bişkînin” hat pîrozkirin.

Çavê hemû cîhanê îsal jî dîsa wê li Newroza Amedê be.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv