Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Pergala tecrîda li Îmraliyê : “Ji bo vekirina deriyên Îmraliyê divê civaka Tirkiyê bikeve nava tevgerê”.

 

PERGALA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
“JI BO VEKIRINA DERIYÊN ÎMRALIYÊ DIVÊ CIVAKA TIRKIYÊ BIKEVE NAVA TEVGERÊ”

Ev 11 meh in ku ji Rêber Apo tu agahî nayê wergirtin.

Li dijî vê rewşa metirsîdar fikar zêde dibin.

Ji bo agahiyeke pêbawer parêzerên Rêber Apo her hefte serlêdanan dikin.

Ev serlêdan bi awayekî kêfî tên redkirin.

Li dijî vê rewşê endama Komela Hiqûqnasên ji bo Azadiyê OHD’ê Ayşe Acinikli bersiv dan pirsên ajansa jinan jin-newsê.

Ayşe Acinikli der barê dewamkirina tecrîdê de bal kişand ser rola Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê û got:

Li Îmraliyê rewşa tecrîdê weke îşkenceyekê dewam dike.

Li wê derê bi destê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê hiqûqeke taybet tê meşandin.

Tu agahiyek ji Îmraliyê nayê wergirtin, ji ber wê çendê, serlêdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Netewên Yekbûyî pir di cih de ye.

Têkoşîna hiqûqî ya ji bo bidawîanîna tecrîdê wê helbet bidome.

Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol jî diyar kir ku pergala tecrîdê îro roj li ser temamiya zindanan û civakê tê ferzkirin.

Îlknur Bîrol îşaret bi girîngiya têkoşîna li dijî tecrîdê kir û got:

Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bandoreke mezin li civakê kiriye. Civak bi awayekî topyekûn tê tecrîdkirin.

Ji bo deriyên Îmraliyê vebin divê civaka Tirkiyê bikeve nava tevgerê.

Der barê rewşa Rêber Apo û tecrîdê de wê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî 22’yê Sibatê “Rapora Tespîta Îmraliyê ya 2021’ê” diyar bike.

Rapor wê bi civîneke çapemeniyê li avahiya OHD’ê ya Stenbolê were eşkerekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv