Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Roja Zimanê dayikê: Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Kurdan dawa perwerdeya bi zimanê xwe kir.

 

ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ
LI BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ KURDAN DAWA PERWERDEYA BI ZIMANÊ XWE KIR

Li seranserê Bakurê Kurdistanê kurd bi daxwaza venasîna statuya zimanê kurdî li qadan bûn.

Kurdan xwest dawî li polîtîkayên pişaftinê were anîn, kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo 21’ê Sibatê civiyan û ji bo kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî nîqaş hatin kirin.

Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan li ser xebatên divê bên kirin axivî.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk îşaret bi êrişên li ser ziman kir û xwest xwedîderketina li ziman zêde bibe.

Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek jî xwest xebatên ziman li seranserî bakurê Kurdistanê bên berfirehkirin:

Hevserokê DBP’ê Salîha Aydenîz jî wiha axivî:

Platforma Zimanê Kurdî tevî pêkhateyên xwe li Amedê bi daxuyaniyekê roja ziman pîroz kir.

Berdevkê platformê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku xebatên wan ên ji bo zimanê kurdî bibe xwedî statur wê bidomin.

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê li ber zankoya Hiqûqê çalakî li dar xistin.

Ciwanan li vir daxuyanî da û destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakiya li Batmanê li parka Yilmaz Guney pêk hat.

Tevî parlementerên HDP’ê û nûnerên platforma ziman bi tevlibûneke xurt daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Buksel xwest dawî li polîtîkayên pişaftinê were anîn:

Li Rihayê jî çalakiyeke balkêş hebû.

Komîsyona Ziman a Baroya Rihayê pankarteke 6 metreyî ku li serê nivîsa “Kamber Ateş tu çawa yî” nivîsandî daliqand.

Li ber avahiya baroyê jî daxuyaniyek hat dayîn.

Serokê Baroyê Mehmet vedat Îzol û gelek parêzer tevli çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn:

Kes nikare zimanê me qedexe bike.

Di serî de li Edene û Enqerê li gelek bajarên Tirkiyê bi daxuyaniyan roja ziman hat pîrozkirin.

Di çalakiyan de hat xwestin ku her civak û gel karibe bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv