ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK LI DIJÎ BAŞÛR
HPG: DI BOMBEBARANAN DE TI ZIRAR LI HÊZÊN ME NEBÛ
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişan ev agahî dan:
Artêşa dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî li dijî herêmên parastinê yên medyayê didomîne.
Di navbera 11 û 18’ê Sibatê de Girê Hakkarî û derdora wê yê li herêma Matînayê ye 7 caran.
15, 16 û 17’ê Sibatê qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê 6 caran.
18’ê Sibatê qadên Dola Şêranê û Kafya yên herêma Garê 2 caran.
19’ê Sibatê Girê FM û Girê Cûdî yên li herêma Zapê 2 caran.
19 û 20’ê Sibatê derdora Ava Lolanê ya li herêma Xakurkê 3 caran.
19’ê Sibatê Girê Ortê yê li herêma Metînayê.
Û qada Werxelê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer bombekirin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di êrişan de dewleta Tirk ti encam bi dest nexistiye û zirar negihiştiye hêzên wan.