LI SER MALBATÊN ŞEHÎDAN POLÎTÎKAYÊN TAYBET
ESMER TUNÇ: JI BO BIRÎNÊN ME NÛ BIKIN HER TIŞTÎ DIKIN
14’ê Kanûna 2015’an li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê gel xwest xwe birêvebibe û xweseriya xwe ragihandin.
Di nava wan bajaran de warê berxwedanê Cizîra Bota jî hebû.
Bexwedana gel a li dijî dagirkeriya Tirk li Cizîrê 79 rojan dewam kir.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç jî di nav de gelek kes di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin.
Piştî 6 salan faşîzma dewleta Tirk hin eşyayên Mehmet Tunç ji malbatê re şand.
Têkildarî vê bûyera li dijî mirovahiyê dayika wî Esmer Tûnç axivî.
Wê dayina alavên kurê xwe weke heqaret bi nav kir.
Hevjîna wî Zeynep Tunç jî got li dijî vê zilmê ew serbilin û li ser piyan e.