PDK LI HERÊMÊ TEVGERA XWE ZÊDE DIKE
ŞÊNIYÊN HERÊMÊ JI AVAKIRINA BENDÊN KONTROLÊ NEREHET IN
Çekdarên ser bi PDK’ê di 28’ê Kanûnê de bendeke nû ya kontrolê li gundê Xişxaşa yê herêma Metîna ava kir.
Li noqteyên kontrolê PDK bendan ava dike û ji bo çekdarên xwe konteynira li herêmê bi cîh dike.
Li gorî çavkaniyên herêmî ragigandin, ev hêzên çekdar li gor pozîsyona êrişê çekên xwe bi cîh dikin.
Her wiha heman çavkanî dibêjin, li gundê Qumriyê yê herêma Metînayê jî bendek kotrolê hatiye bicihkirin.
Lê nayê zanîn ku ev bend û nuqte ji bo xwebicihkirinê ye yan jî weke hêzeke teqwiyê wê were bikaranîn.
Piştî ev tevger û kiryarên PDK’ê dilgiraniyeke mezin ketiye nav xelkê heremê û ji tevgera çekdarên PDK’ê bi fikar in.