LI BERLÎNÊ SERKEFTINA HIQÛQÎ YA KURDAN
DOZGERÎ JI BER ÎXBARA BÊBINGEH NEÇAR MA LÊPIRSÎNÊ BETAL BIKE
Polîsên Alman di 13’ê hezîrana 2018’an de bi awayekî hemwext avêtin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Civaka Azad û malên rêveberên NAV-DEM’ê.
Sedema serde-girtina bi şikandina deriyan jî, îxbareke wekî amadekariya sûc nîşandabû û lêgerîn pêk anîbû.
Lê belê di lêgerînan de ti tiştê bibe sûc nehat dîtin.,
Saziyên Kurdan jî li dijî vê têkoşîneke hiqûqî meşand û bi ser ketin.
Dozgeriya Berlînjê ji ber delîl nîne û îxbar bêbingeh derketiye, biryara betalkirina lêpirsînê da û dosya girt.
Ji parêzerên saziyên Kurd Dr.Lukas Theune diyar kir ku betalkirina lêpirsînê serkeftina hiqûqî û pûçderxistina hewldana krîmînalîzekirina KUrdan e.