DÎPLOMASIYA TARÎ YA LI QESR Û QONAXAN
LAVROV Û ÇAVUŞOGLU PLANA ŞÊWRÊ MOR KIRIN
Îsal Wezîrê karên derve yên Rûsyayê Sergey Lavrov bi hemkarê xwe yê Tirk Mevlût Çavûşoglû re gelek caran rûnişt.
Şefê dîplomasiya Rûsyayê, her car nakokiyên di navbera dewleta Tirk, Amerîka û Ewrûpayê de ji bo deskeftiyên dewleta xwe bi hostatî bi kar anî.
Di encam de Enqere da ser riya Rûsyayê û di jeopolîtîka Rojhilata Navîn û rojhilatê Derya Spî de bû pêlîstikokek vî welatî.
Duh jî Çavuşoglû, ku dikare wekî wezîrê dewleta hatiye ber îflasê bê pênasekirin, bi heyeteke qerebalix çû serdana wezîrê Rûs Sergey Lavrov.
Lavrov ku ji vê serdanê dilxweş bû, wekî her car pesnê dewleta Tirk da û paşê di mijara ambargoya Amerîkayê de, ligel Enqereyê ciyê xwe girt.
Wî tenê di mijarekê de xetên sor ên Moskowê bi bîra Enqereyê anî.
Ew jî hebûna çeteyên îslamîst ên dewleta Tirk bûn ku li şerê Qerabaxa Çiyayî hatibûn bikaranîn.
Heçî Çavûşoglû ye ku di manîpulasyonê de gelek serfiraz e, bi dirêjahî qala hevkariya bi Rûsyayê re kir.
Meseleya rakirina vîzeyê bo welatiyên Tirkiyeyê, betalkirina tarîfeyên bazirganiya ji bo malên Tirk, hevkariya ji bo derziya li dijî covîd-19 û nuqteya çavdêriya leşkerî ya li Qerebaxê di axaftina Çavûşoglû de cî girtin.
Lê belê, pêdiviya dewleta Tirk herî zêde bi derziya koronayê heye û lewma Enqere ji bo derziya Rûs Spûtnîkê bi dest bixe li dora Rûsyayê digere.
Bi gotineke din, ji bilî pesindayinên du alî û gotinên xweş ên dîplomatîk, Çavuşoglû tiştekî berbiçav bi dest nexist.
Lewma wî jî planeke bêkêr a bi sernivîsa “Planeke Şêwrê ya 2021-2022” da ber Lavrov, da ku xwe serfiraz nîşan bide.
Wisa xuya ye Çavûşoglûyê manîpulator wê heta hevdîtineke din qala vê reşbelekê bike û sebra xwe bi vê bîne.