Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Dem dema têkbirina faşîzmê ye 30.12.2020

 

KOMALÊN JINÊN KURDISTANÊ-KJK:
DEM DEMA TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ YE

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJK’ê bi boneya sala nû daxuyaniyek da û sala 2020’an nirxand.

KJK’ê diyar kir, ku bi sala 2021’ê re dest bi saleke girîng, krîtîk dikin û li dijî dewleta zordar a Tirk ku xwedî hişmendiya şer, kaosê ye banga mezinkirina berxwedan û têkoşîna hevpar kir.

Komelên jinên Kurdistanê KJK’ê bal kişand ser krîza ku pergala mêr dijî:

Sîstema kapîtalîst modernîst nikare pirsgirêkên mirovahiyê û jinan çareser bike.

Bi virusa Corona eşkere bû, dewlet û desthilatdarî bi çi rengî nêzî civakê dibin.

Dewletan ev virus ji bo talankirina jin û mirovahiyê bi rengê herî zordar û zalim bikaranîn.

Ji ber wê alîkarî xwestina ji dewletê, alîkarî xwestina ji kujerê xwe ye.

KJK’ê di vê mijarê de wiha îşaret bi fikir, felsefe û berxwedana Rêber Apo ya ji bo çareserkirina krîza mirovahiyê kir:

Berxwedan û sekna Rêber Apo ji bo gelê Kurd, jinan, gelên Rojhilata navîn û cîhanê dîrokî ye.

Perspektîfa Konfederalîzma Demokratîk a Rêber Apo ku jin pêşengiya wê dikin yekane rêya çareseriyê ye.

Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo di afirandina modernîteya demokratîk de bi rola pêşengiyê radibe.

Kordînasyona KJK’ê kadroyên pêşeng ên îsal şehîd bûne di serî de Leyla Agirî, Zînê, Aryana, Esmer, Sema Koçer, Doga û jinên têkoşer bibîranîn û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHPê

Bi hezaran jinên daxwaza jiyanek azad dikirin hatin girtin.

Pergala hevserokatiyê weke sûc hate dîtin û destkeftiyên jinan hatin desteserkirin.

Tevî êrişên giran jinên Kurd ji bo azadî û parastina hebûna xwe li ber xwe dan.

Li dijî meyla faşîst, populîst û rastgir a li cîhanê bi erka pêşengiya berxwedanê rabûn.

Li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a faşîst, zalim, bê wijdan û mêtînger têkoşiyan.

Jinên Kurd bûn mûxalefeta bingehîn.

KJK’ê diyar kir, ku ev serdem naşibe ti serdemê û wê sala 2021’ê bibe sala azadiya jinê;

Sala 2021’ê em ê di şerê li dijî faşîzm, nokerî û paşverûtiyê de li refên herî pêş têbikoşin.

Ji bo azadiya Rêberê xwe, jinan û gelan, bê tirs em ê di têkoşîna civakî, ekolojîk û siyasî de cih bigirin.

Dem dema têkbirina faşîzmê ye, bi têkoşîn, tifaqên hevpar û xweparastinê emê bi serkevin.

Ji bo avakirina jiyaneke azad a alternatîf banga têkoşîna hevpar li hemû jinan dikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv