Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Kongra Gel peyama sala nû: Bi berxwedaneke serketî em dest bi saleke nû dikin 30.12.2020

 

JI KONGRA-GEL PEYAMA SALA NÛ
“BI BERXWEDANEKE SERKETÎ EM DEST BI SALEKE NÛ DIKIN”

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel bi wesîleya sala nû peyamek weşand û di serî de Rêber Apo, sala nû li Kurdistaniyan hemûyan pîroz kir.

Di peyamê de de îşaret bi berxwedana gelê Kurd a di sala 2020’an de hat kirin û wiha hat gotin.

Li dijî faşîzm û dagirkeriyê sala 2020’an ji bo gelên Kurdistanê bû sala berxwedaneke mezin, fedekarî û qehremaniyan.

Li her çar aliyên Kurdistanê bi pêşengiya gerîla û jinan têkoşîneke mezin hat meşandin.

Vê yekê siyaseta dewleta Tirk a faşîst hem li hundir û hem jî li derve tengav kir.

Dîwana hevserokatiya Kongra Gel pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bi bîrxist û ev peyam da.

Tevgera Azadiyê di 12’ê Îlonê de dest bi pêngaveke nû kir.

Li welat û derveyî welat kampanya di nav gel û dostên wan de belav dibe.

Bi taybet li zîndanan ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên greva birçînûnê pêk tên.

Erka dikeve ser milên me, ewe ku em destek bidin vê berxwedan wan.

Kongra-Gel diyar kir ku wê sala 2021’ê rejîma faşîst û tifaqa wê têk biçe, azadî û şoreş wê bi ser keve.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv