Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îtîrafên sîxurê MÎTa tirk tevna qirêjî ya dewleta tirk yek bi yek vegot 30.12.2020

 

ÎTÎRAFÊN SÎXÛRÊ MÎT’A TIRK
TEVNA QIRÊJÎ YA DEWLETA TIRK YEK BI YEK VEGOT

Hêzên ewlehiyê li navçeya Eyn Îsayê ya herêma Firatê komeke sîxuran tevî berpirsê wê “generalê piçûk” ku agahî didan dewleta Tirk, girt.

Hêzên ewlehiyê kesên ji bo dewleta Tirk kar dikirin, şopandin û di encamê de koma îstixbaratî ya ku ji 28 kesan ku yek jî di nav de jin e, girtin.

Em ev agahî weke nûçe bi we re parve kiribû.

Di nav sîxurên hatine girtine de kesê bi navê Ebû Esaf der barê karên qirêjî ku kirine agahî dan.

MÎT’a Tirk ew “general” li ser 3 merheleyan li kampeke sîxuran a li Tirkiyê perwerde kiriye.

Pisporiya wî teqemenî ne û pê re agahiyên îstîxbarî jî dide MÎT’ê.

Ebû Esaf dema di 2017’an çûye Tirkiyê û li gel malbata xwe bi cih bûye.

Ew li Tirkiyê Elî Mihemed Hemûd ku weke Ebû Heyder Neîmî tê naskirin dîtiye, ew jî çeteyek e ku ji dewleta Tirk re dixebite.

Ebû Heyder Neîmî ji Ebû Esaf xwestiye ji MÎT’ê re bixebite.

Ebû Esaf li kampe li bendera Mêrsînê li nêzî sûka masiyan û parka mezin e, hatiye perwerdekirin.

Lis er gotina wî li wê derê ji xeynî wî bi dehan ciwanên xort û jin ên ji tevahî herêmên Sûrî hebûne.

Ebu Esaf dibêje li kampê gelek zarok jî bi destê MÎT’ê tên gihandin ku temana wan di navbera 6-7’an de ne.

Li kampê wî bi çavê xwe çeteyên DAIŞ’ê jî dîtine.

Ebû Esaf dibêje; Tirk ji DAIŞ’iyan re dibêjin, ew dost an jî birayên wan in.

Ebû Esaf bi detay perwerdeya li kampê jî vedibêje û di dawiya perwerdê de navê generalê biçûk lê kirine.

Peywira wî ya yekem li Girê Spî komkirina agahiyan bûye.

Piştî dagirkirina Girê Spî û gundewarên wê Ebû Esaf berê xwe da Eyn Îsayê da ku li wir sîxurtiyê bike.

Erka çêkirina tora sîxûran jî dane wan.

Zad û zeviyên welatiyan jî dîsa bi fermana MÎT’ê ew şewitandine.

MÎT”ê jê xwestiye ew li Eyn Îsa teqînan pêk bîne.

Ew li ser fermanê li Eyn Îsayê 3 teqîn pêk anîne, yek ji wan li bendên kontrolê yên Hêzên Ewlehariya Hundirîn ên li têketina navçê bûye.

Ebû Esaf dibêje ku eger li herêmê şer rû bida, wê ji hundir ve nuqteyên QSD`ê derbe bikirana.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv