Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Danezana Îhsan Nûrî Paşa: Wê dewleta tirk li ber serhildanên bêdawî yên Kurdan çong bide erdê 30.12.2020

 

DANEZANA ÎHSAN NÛRÎ
“WÊ DEWLETA TIRK LI BER SERHILDANÊN BÊDAWÎ YÊN KURDAN ÇONG BIDE ERDÊ”

Lêkolîner û dîroknas Sedat Ulugana daye ser şopa dîroka kurd û Kurdistanê.

Di encama lêkolînên xwe de wî kariye gelek belge ji arşîvên dewletan derve.

Bi vê yekê jî wî kariye em ji wan dewr û dewranan agahdar bikin.

Yek ji van belgeyên mustesna jî danezana Îhsan Nûrî Paşa ye.

Îhsan Nûrî Paşa di danezana xwe ya bi navê Şoreşa Kurdî de behsa rêxistiniya kurdan û raperîna wan a li dijî rejîma tirk dike.

Di danezana ku piştî 95 salan ji arşîva wezareta karê derve ya Fransayê hatî derxistin, em lê hay dibin ku Hereketa Azadî ango Serhildana Şêx Seîdê Kal çawa şikestiye.

Dîsa em di danezanê de hêvî û baweriya bê dawî ya fermandarê Çiyayê Agiriyê Îhsan Nûrî jî dibînin.

Îhsan Nûrî dibêje; di encama van serhildanên bê dawî de wê rejîma tirk li ber daxwazên kurdan çong deyne.

Di belgeyê de sedemên şikestina serhildana Hereketa Azadî ya sala 1925’an jî bi detayan hatiye vegotin.

Dîsa di vê belgeya dîrokî de bi beşên weke “girîngiya serhildanê”, “birêxistinkirina serhildanê” îşaret lêgerîna pêşengên wê demê jî tê kirin.

Îhsan Nûrî ku şikestina serhildana 1925’an baş analîz kiriye, der barê şikestinê de ev tespît kiriye:

Sedema ku serhildan li temamiya welat belav nebû ew bû ku yekitiya netewî nehat avakirin.

Li gel ku serhildêran 12 wîlayet xistin kontrola xwe jî;

propagandaya reş û derewên rejîma tirk ên weke girtin û bidarvekirina pêşengên tevgerê jî di milê moral de bû sedema têkçûnê.

Ew herdu xalên esasê di roja îro de jî noqteyên girîng ên têkoşîna azadiyê ne.

Banga Rêber Apo ji bo yekitiyê, xwerizgarkirina ji derewên desthiltdariyê û bûyîna xwedan rojeva xwemalî îro jî xalên esasî ne.

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv