Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ronahî Serhed: Sala 2021’an wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêbertiyê û têkbirina faşîzmê 30.12.2020

 

ENDAMA KOORDÎNASYONA PAJK’Ê RONAHÎ SERHED:
SALA 2021’AN WÊ BIBE SALA AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBERTIYÊ Û TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe li gel Rojnameya Ozgur Polîtîkayê de li ser têkoşîna ku wê 2021’ê bê kirin axivî.

Ronahî Serhed bibîrxist, ku sala 2020’an jinên Kurd li dijî înkar, tunekirin û êrişên qirkirinê ku Erdogan serkêşiya wê dike li çar beşên Kurdistanê bi awayek çalak têkoşiyan û got, lê ev yek têrê nekir.

Me dikarîbû kapasîteya xwe ya rêxistinbûnê berfirehtir bikira.

Diviyabû me karên qirêj ên MÎT’a Tirk li dijî jinan û bi taybetî jinên ciwan kifş bikira û civaka xwe ji vê qirêjiyê parastiba.

Di mijara pûçkirina polîtîkayên şerê taybet de em kêm man.

Me nekarîbû pirsgirêkên ekolojîk bi têrkerî bixin rojevê.

Ronahî Serhad diyar kir, tevî ku perspektîfa demê ya bi dirûşma ‘divê jinek bi tenê jî nerêxistinkirî nemîne’ hate destnîşankirin jî nekarîn xwe bigihînin her malê, her jinan û got, “Ev yek jî tê wê wateyê ku gel, jin ji însafa AKP’ê, mêr re hatin hiştin.”

Têkildarî pêngav û kampanyayên ku tevgerên jinan di 2020’an de ragihandin jî Ronahî Serhed ev nirxandin kir:

Tevgera Jinê ya li Ewropayê bi navê ‘Ji bo darizandina dîktarokekî 100 sedem’ dest bi kampanyayê kir ku ev kampanya bi wate û hêja ye.

Lewma ji bo çareserkirina kêmasiyên ku me diyar kirine, sala 2021’ê wê bibe sala têkoşînê.

Ronahî Serhed pêngavên ji bo azadiya Fizîkî ya Rêber Apo ku ji aliyê KJK-KCK’ê ve hatine destpêkirin bi bîr xistin:

Bi serketina pêngavan re, xwedîderketina li Rêberê me, xwedîderketina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, xwedîderketina li azadiya jinê ye.

Em hevrêyên PAJK û PKK’yî yên ku bi berxwedana greva birçîbûnê bersiv dan vê pêngavê careke din silav dikin.

Ji bo vê yekê emê parastina hevpar, çalakî û rêxistinbûna jinê xurt bikin.

Ji bo parastina xwe û nirxên xwe, em ê her derê û her demê weke qada berxwedanê binirxînin.

2021 wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêbertî û têkbirina faşîzmê.

Di saleke nû ya têkoşînê de serketinê ji jinan û her kesên têkoşer re dixwazim.

Bang li jin û ciwanan dikim ku tevlî nava refên şoreşgeriyê bibin, cihê xwe li nava berxwedana xweparastinê bigirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv