PDK LI PÊY PROVOKASYONÊN NÛ YE
PDK ÇEKDARÊN XWE LI SER SÎNORÊ ROJAVA BI CIH DIKE
Piştî ku Nêçirvan Barzanî di 4’ê Îlonê de serdana Enqereyê kir û şûn ve, PDK li seranserê sînorê Rojava Kurdistanê dest bi liv û tevgera leşkerî kir.
Li gor çavkaniyên herêmî PDK ev demeke li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de dest bi çêkirina qereqolan û noqteyên çavdêriyê kiriye.
Her wiha heman çavkanî radigihînin ku PDK’ê ev hefteyeke sewqiyata xwe ya ber bi sînorê zêdetir kiriye.
Ev sewqiyat piştî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û daxuyaniyên Mesrûr Barzanî yên li dijî YPG’ê, hat dest pê kir.