Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK bi leşkerê Gulan û Pêşmergeyên Roj li pey şer e 16.12.2020

 

PÎLANA BI TALÛKE YA PDK’Ê
PDK BI ‘LEŞKERÊ GULAN’ Û ‘PÊŞMERGEYÊN ROJ’ LI PEY ŞER E

Di meha Nîsana borî de hêzên PDK’ê ketibûn qada Zînî Wertê ya li herêma Qendîlê.

Bi agahiyên ku ji aliyê PDK’ê li Zînî Wertê 3 gerîla bi balafirên şer ên Tirk şehîd hatibûn xistin.

Gelê kurd hemû nerazîbûneke tund nîşanî vê hevkariya PDK’ê da.

PDK’a ku lîstika dixwest li Zînî Werê bi dest nexist îcar di Cotmehê de li Garê xist dewrê.

PDK’ê ji 25’ê Cotmehê û pê ve jî ‘Leşkerî Gulan’ yên Mesrûr Barzanî, şand Garê, Metîna û qadên cuda yên gerîla.

Li gundên Deşta Nehlê ya Garê û li Çemankê ev hêza hatibû bicihkirin, ketibûn nava qadên gerîla.

Hêzên PDK’ê di 4’ê Mijdarê de hîn bêhtir zêdegavî kir.

Li Çemankê li nêzî gundê Bêbadê êriş birin ser gerîla.

Fermandariyên Biryargeha NPG’ê banga diyalogê kiribûn û hişyarî dabûn.

Lê PDK’ê bi provokasyonên nû bersiv dabû, bangewaziyan.

Piştre li Begova, Brîfka, Batûfa û Banka yên Metîna bi danîna bendan hewl dan dor li herêmê bigrin.

Di 21’ê Mijdarê de jî hêzeke ji 300 kesî û 56 wesayitên zirxî sewqî Hecî Umran û Çomanê yên herêma Qendîlê kirin.

PDK’ê piştî van gavên dorpêçkirinê, êriş û hewldanên xwe yên provokatîf gihand asteke cuda.

13’ê Kanûnê li nêzî gundê Reşankê yê Zawiteyê wesayitek ku gerîla tê de bûn sekinand
û gule li wesayitê barandin.

Heman rojê saet di 20:30’î de li navbera gunên Sergelê yên Amediyê jî bi wesayitên zirxî dor li wesayiteke gerîla girtin.

Gule li wê wesayîtê jî reşandin û 3 gerîla bi giranî birîndar kirin.

Xelkê herêmê ragihand ku ti pêşmergeyên li gundên wan tevlî êrişê nebûne.

Yên ku êriş kirine hêzên taybet ên ser bi PDK’ê bûn.

Dewleta Tirk bi salan e cerdevaniyê bi rêxistin dike, yên ji nava refên PKK’ê reviyane dike kontra.

Xuya ye Mesrûr Barzanî jî hewl dide mîna dewleta Tirk bike.

Beriya niha gelek caran di çapemeniyê de hate weşandin ku Pêşmergeyên Roj bi destê dewleta Tirk tên gihandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin,

PDK dixwaze bi destê Pêşmergeyên Roj li ser rêya Dêreşê seytereyê çêbike,

bi vî rengî hewl bide liv û tevgera gerîla ya li qadê asteng bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv