Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li welat û derveyi welat êrişa hêzên PDK’ê li dijî gerîla hat şermezar kirin 16.12.2020

 

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ ÊRIŞÊN PDK’Ê
LI WELAT Û DERVEYÎ WELAT ÊRIŞA LI DIJÎ GERÎLA HAT ŞERMEZARKIRIN

Di 13’ê Kanûnê de hêzên taybet ên PDK’ê êrişî gerîlayên Kurdistanê kirin.

Di encama vê êrişa li Sergeleyê de 3 gerîla birîndar bûn.

Ev êrişa dawîn hêrsa kurdan zêdetir kir.

Hem li welat hem jî li derveyî welat li gelek navendan PDK hat şermezakrin.

Ciwan li Silêmanî li dijî êrîşên PDK’ê ya li ser gerîla daketin qadan.

Tevgera ciwanên Başûrê Kurdistanê li Silêmanî li qadan ev gotin:

PDK dixwaze hemû têkçûna xwe bixe stûyê PKK’ê û êrîşên dewleta Tirk a li ser PKK’ê ya rewa bide nîşandan.

Bi pêşengtiya Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê, li Binarê Qendîlê jî çalakiyek hebû.

Şêniyên gundên Qendîlê piştgirî dan Pêngava Dem Dema Azadiyê.

Xelkê Binarê Qnedîl diyar kir ku PDK tê lîstika dewleta Tirk û hewil dide şer derxe û ev bang kir:

Divê rê bi ti hêz û aliyek neyê dayîn ji bo dubarebûna şer û malwêraniyê.

Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd PYNK’ê jî li Qada Jina Azad a Kobanê bi çalakiyekê êriş şermezar kir.

Di daxuyaniya hat dayîn de ev bang kir:

Em banga li hemû gelê xwe yê Başûr û hêzên siyasî, netewî bi taybetî parlamentoya herêmê dikin, bila bi rola xwe ya netewî rabe li dijî şer rabe.

Li bajarên Elmanya Hambûrg, Nurnberg û Sttutgartê tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên PDK’ê û dewleta Tirk hatin protestokirin.

Berdevkê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Selahattîn Irmak diyar kir ku êrişa PDK’ê ziyanê dide hewldanên yekîtiya netewî.

Li Nûrnbergê jî bi heman armancê li Qada Hallplatzê bi heman armancê çalakî hat lidarxistin û êrişa PDK’ê ya li dijî gerîla hat şermezarkirin.

Ciwanên Kurd li Stûttgartê jî êrişa hêzên PDK’ê ya li dijî gerîlayên HPG’ê şermezar kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv