Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Sozdar Avesta: Faşîzm û dagirkerî rûyê xwe li ser jinan dide der 16.12.2020

 

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO PÊNGAVEKE STRATEJÎK E

Endama Konseya Serokatiya giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta pêngava Dem Dema Azadiyê ye rûdan û pêşketinên di rojevê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF’ê re nirxadin.

Sozdar Avesta bal kişand ser Pêngava Dem Dema Azadiyê jî û ev nirxandin kirin:

Pêngava Dem Dema Azadiyê ye pêngaveke stretejik e.

Stratejîkbûna wê bi xwedîderketina civakê li pêngavê û azadiya Rêber Apo baştir diyar dibe.

Heta Rêber Apo tecrîdkirî be, ne mumkin e ti pirsgirêk çareser bibe, aramî çêbe.

Nêzikbûna li Rêber Apo, nezikbûna li mafê gelê Kurd e, li çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê ye.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
DI BIN ZILMEKE GIRAN DE ÇALAKIYA GIRTIYÊN AZADIYÊ DIDOME

Endama konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozda Avesta li ser berxwedana li zindanan jî sekinî;

Girtî ji 27’ê mijdarê ve bi greva birçîbûnê tevlî berxwedana bi rûmet bûn.

Hemû girtiyên azadiyê silav dikim, çalakiya wan girîng û bi wate ye.

Bi vê çalakiyê pêngava Dem Dema Azadiyê bi nirxtir bû.

Gelê Kurdistanê, hêzên demokratîk, saziyên mafê mirovan, rêxistinên jinan, rewşenbîr û hunermend divê bibin dengê berxwedana zindanan.

Niha li zindanan şert û merc pir giran in, dibin zilmek mezin de çalakî didome.

Xwedî derketina li zindanan, xwedîderketina li rûmeta mirovahiye yê.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
FAŞÎZM Û DAGIRKERÎ RÛYÊ XWE LI SER JINAN DIDE DER

Sozdar Avesta diyar kir ku faşîzm rûyê xwe bi êrişên li ser jinan dide der.

Li Tirkiyê civak nikare hilmê bistîne, krîzeke civakî, aborî û siyasî heye.

Xwekuştin, qetilkirinên jinan, xîzanî û birçîbûn di asta herî bilind de ye.

Di dema Erdogan de bûyerên tacîz û destavêtinê zêde bûn, bi dehan jin bi qirkirinê rû birû man.

Li Kurdistanê bi taybetî bûyerên tecawîzê yên çêdibin hemû bi planin, ji yek navendê tên meşandin,

Bûyera dawî ya li Kercosê çêbû bi serê xwe nîne.

Divê civaka Kurd li hemberî van polîtîkayan şiyar be.

ENDAMA KONSEYA SEROKATIYA GIŞTÎ YA KCK’Ê SOZDAR AVESTA:
DEWLETA TIRK A DAGIRKER TECAWIZKARAN TAYBET HILDIBIJÊRE

Sozdar Avesta gotina wezîrê karê hundir û êrişên pêkhatin bibîrxist û işaret bi têkoşînê kir.

Dewlet ji bo êrişên li ser jinan rewa bike, got; Jin PKK’ê didin meşandin.

Bê guman jin bi têkoşîna PKK hat vê astê. PKK partiya Jinê ye. Rêber Apo rêberê jina ye. Ji bo jin bibe vîn Rêber Apo kedek mezin da.

Feraseta baviksalar ji vê asta jinê ditirse, dixwaze bifetisîne.

Êrişên bê ehlaqî dike, siyaseteke dijminane dimeşîne.

Li bendê nemînin, dewlet tecawizkaran bigirin û darizînin.

Divê gelê me, ciwan, li dijî destdirêjiyê, bê ehlaqiyê xwedî helwest bin, ji wan hesap bipirsin.

Bi vê diyar dibe. bê ka pêngava li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ya Em xwe diparêzin” çiqas girîng û di cih de ye.

Bang li jinan dikim, li dijî destdirêjî û destavêtinê; têkoşînê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv