Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

PDK Başûr ber bi tinebûnê ve dibe: Dewleta Tirk li herêmê demografiyê diguherîne

 

PDK BAŞÛR BER BI TINEBÛNÊ VE DIBE
DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ DEMOGRAFIYÊ DIGUHERÎNE

Êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ji 23’yê Nîsanê û vir ve li Metîna, Avaşîn û Zapê bi dijwarî dewam dikin.

Li gor agahiyên ji herêmê tên, artêşa Tirk li deverên têk diçe, hewl dide bi hêzên taybet ên PDK’ê bigihîje armanca xwe

PDK ji bo rê li van windahiyên dewleta Tirk bigre û destê wê rehet bike, bi dehan gundên ji Zaxo heta Bradostan vala kirine.

Hin gundên ku ji dema Enfalê ji 1988’an vala ne jî ketine bin kontrola MÎT’a Tirk.

Li gorî çavkaniyên herîmê MÎT’a Tirk nahêle kes vegere van gundan.

Dayikeke ji gundê Gêzmê ku bi ser Amêdiyê ye ji televîzyoneke Başûrê Kurdistanê re axivî.

Dayika bi navê Begîxan ji şêniya gundê Gêzmê ye.

Li vî gundî 12 jê ji malbata Begîxanê, di dema Enfalê de 96 kes hatin qetilkirin.

Dayîka Begîxan hevkariya PDK’ê ya bi MÎT’a Tirk re û ka çawa PDK’ê herêm radestî MÎT’ê kiriye jî bi zimanekî zelal eşkere dike.

Dayika Begîxan dibêje; em dixwazin balafir nema bombeyan bibarînin, em dixwazin vegerin gundê xwe.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv