KARKERÊ MEXMÛRÎ:
LI KERKÛK Û BEXDA SÎXURTÎ LI ME HAT FERZKIRIN
5 karkerên Wargeha Mexmûrê di 24’ê Tebaxê li bajaroka Pirdê
ji aliyê hêzên Iraqê yên Tirkmen ve hatibûn binçavkirin.
Karker Mexmûrî 2 rojan bi îşkenceya fîzîkî, derûnî û bi heqaretê re rû bi rû mabûn.
Ji karkerên hatibûn girtin Zindan Mihemed Egîd, pêkanînên li hemberî wan ji Rojnews re nirxand.
Zindan Mihemed Egîd diyar kir ku ew birine gîrtîgeha Kerkûkê, li wir îşkence û heqaret li wan hatiye kirin.
Egîd da zanîn ku di roja duyem a girtîgehê de 4 Turkmen bi navê polîsan hatine cem wan û teklîfa sîxurtiyê li wan kirine.
Zindan Mihemed Egîd anî ziman ku roja dûyem destên wan kelepçekirî şandin Bexdayê.