ÊRIŞÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
GUNDÊWARÊN ŞERA Û ŞÊRAWA BI DIJWARÎ HATIN TOPBARAKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje her roj heremên Bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran dike.
Dewleta tirk bi van êrişan hewil dide li herêmê bêistiqrariyê pêş bixe.
Herî dawî gundewarên navçeya Şera û Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê bi çekên giran hatin topbarakirin.
ÊRIŞÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
YÛSIF ERÎME: DIXWAZIN EWLEKARIYA HERÊMÊ TÊK BIBIN
Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme êrişên dewlata tirk ên li ser herê pêş dikevin ji ajansa ANHA’yê re nirxand.
Yûsif Erîme diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên dixwaze qada dagirkeriya xwe fireh bike, ewlekariya herêmê têk bibe û şêniyan koçber bike.
Girêdayî gundên ku her tim têne topbarankirin, Erîme destnîşan kir ku herî zêde gundên Qert Wêran, Erîme, Kawiklî, Cib El-Hemra û Hûte têne topbarankirin.
ÊRIŞÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
DANYEL KOBANÊ: DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN GIRAN ÊRIŞ DIKE
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê jî bal kişand ser êrişên dewleta tirk.
Danyel Kobanê da zanîn ku di vê mehê de zêdetirî 60 carî gundewarên Girê Spî bi çekên giran hatin topbarankirin.
Danyel Kobanê di dawiya axaftina xwe de da diyar kir ku herî zêde li dijî gundewarên kantona Girê Spî yên durî eniyên şer in, êriş pêk tên.