RÊXISTINÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ BIBRANIN
‘ŞEHÎD SEMBOLA SERÎRAKIRINÊ YE, EM TEKOŞÎNA XWE LI SER ŞOPA WAN DIDOMÎNIN’
Di 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderan, Ferhad Wekîl li gel şoreşgerek Îranî, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve hatin bi darvekirin.
Bi wesileya 11 saliya şehadeta wan heriwha ji bo bîranina hemu şehidên meha gulanê PJAK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand Dewleta Îranê bi darvekirina van şoreşgeran, xwest tola xwe ji gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilde.
Di daxuyaniya PJAKê de wiha tê gotin:
Darvekirina van hevalan, ji bo azadiya tevahî gelê Kurd û gelên bindest bûye sembola berxwedanê.
Li ser darvakirina herçar şêhîdan, Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê KJAR’ê jî da xuya kirin ewê ji bo azadî, avakirina civaka demokratîk û azad, heya dawiyê têkoşîna xwe li ser şopa wan şehidan bidomînin.
Qismek daxuyaniya KJARê wiha ye: Şehîdên meha Gulanê, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderan, Ferhad Wekîl nirxên pîroz yê gelê Kurdin, Meha Gulanê meha şehîdane, Şehîdên me ji bo me sembola wêrekî, îsyan û serîhildanê ye.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyek cuda hem şoreşgerên ku li Îranê hatin darve kirin, herwiha şehidên din yênmeha gulanê, Leyla Qasim, Hozan Mizgîn û hemû şêhidên komkujiya Hewlêrê bi bîr anî.
Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha tê gotin: “Ji bo têkoşîna li hemberî êrişên hêzên dagirker û çareserkirina tevahiya pirsgirêkan pêwîste em bi ruhê Şirîn û Leylayan têbikoşin. Bi çalakiyên demokratîk divê em hemû hêza xwe biêxin tevgerê, bêdengiyê bişkênîn, li hemberî kuştina jinan û gendeliyê rawestin.