Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Salvegera Şehîdên Sêdarê: Di ser şehadeta wan 11 sal derbas bû

 

SALVEGERA ŞEHÎDÊN SÊDARÊ
DI SER ŞAHADETA WAN 11 SAL DERBAS BÛ

Dewleta Îranê 9’ê Gulana 2010’an çar têkoşer û şoreşgerên Kurd li gel şoreşgerek Îranî li girtîgeha Evîn a Tehranê darve kirin.

Ew Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan û Mehdî Îslamyan bûn.

11 sal di ser darvekirina şoreşgeran re derbas bû.

Her sal di vê rojê de gelê Kurd bi çalakiyan şehîdên sêdarê bi bîrtine.

Ferzad Kamanger di sala 1976’an de li bajarê Kamyaran ê ser bi Sine ve ji dayik bûye.

Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û Rêxistina Jîngehparêz bû.

Her wiha bi nasnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî. Çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû.

Tebaxa sala 2006’an li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin.

2008’an ji aliyê Dadgeha Îranê ve cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Şîrîn Elemholî sala 1981’ê li gundê Dêmkişlak yê bajarê Mako ji dayik bûye.

2006’an beşdarî nava refên gerîla bû.

25’ê Nîsana 2008’an li Tehranê hate girtin.

Ferhad Wekîlî 23’ê Gulana 1966’an li bajarê Sine ji dayik bûye.

Di salên ciwantiyê de dest bi karên civakî û siyasî ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê dike.

Ji ber van kar û xebatên xwe 2006’an li cihê kar tê giritn.

Elî Heyderiyan sala 1980’an li Sine ji dayik bûye.

Xwendina xwe li wir temam kir û sala 2001’ê beşdarî nava refên gerîla bû.

16’ê Mijdarê li Tehranê hate girtin.

18 mehan rastî êşkenceyê hat û bi dadgehkirineke 10 deqeyan cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Mehdî Îslamiyan 3’yê Gulana 2008’an hate girtin.

5’ê Kanûna 2009’an bi îdiaya endamê Meclîsa Paşayetiyê ye darvekirinê hate cezakirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv