Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

KJK: Wê di şexsê Şîrînan de şoreşa Rojhilat bibe şoreşa jinan

 

SALVEGERA DARVEKIRINA ŞOREŞGERAN
KJK: WÊ DI ŞEXSÊ ŞÎRÎNAN DE ŞOREŞA ROJHILAT BIBE ŞOREŞA JINAN

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek da, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Elî Eyderiyan û Ferhat Vekîlî bi bîr anîn.

Beriya 11 salan 9’ê Gulana 2010’an, 4 hevrêyên me bi awayekî hovane ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin darvekirin.

Ji ber ku tehemûlî berxwedana wan a azadiyê ya li dijî zextxur, mêtîngeriya rêjîma Îranê nehat kirin, hatin qetilkirin.

Hevrêya me Şîrîn Elemhûlî bû serhildanek li dijî polîtîkayên rêjîma Îranê.

Serhildana wê, ew gihand felsefeya azadiyê ya Rêber Apo.

Keça Maku Şîrîn, serbilindiya çiyayên Serhedê bi ruh û mêjiyê xwe re kir yek û kesayetiya serhildêr a dijmin ditirsîne derxist holê.

Bi têkoşîna xwe ya li çiyayên azadiyê, bû xewnereşka rêjîma Îranê.

Di daxuyaniya KJK’ê de kesayetiya têkoşer û şoreşger a Şîrîn Elemhûlî bi berfirehî hat vegotin.

Hevrêya me gotibû “bi darvekirina min, ew xwe bi dar ve dikin.”

Ev sekna bi rûmet encex bi giyanekî bi eşqa azadiyê ve dilsoz derkeve holê.

Îro bi giyanê Şîrînê bi hezaran jinên ciwan û xort, li dijî rêjîma faşîst serî hil didin û beşdarî refên têkoşînê dibin.

Em jî hewl didin bibin layiqî mîrasa wan ji me re hiştî û vê hewldana xwe ji her demê bêhtir zêdetir dikin.

Hevrêya me Şîrîn roja netemirî ya şoreşa Rojhilat e.

Di şexsê wê de wê şoreşa Rojhilat bibe şoreşa jinê û ya Rojhilata Navîn.

Em jî bang li gelê Kurd hemûyî dikin, ku li dijî rêjîmên faşîst têkoşînê mezin bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv