Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parlementeran êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

 

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ
PARLEMENTERAN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Parlementer û lêkolîneran, êrişkariya dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.

Serokê Komîteya Ewlekarî û Parastinê ya Parlementoya Iraqê Mihemed Riza El-Heyder, bêdengiya Iraqê ya li himberî êrişan bibirî xist û got:

“Iraq dikare bi gelek rê û rêbazan pêşî li dewleta Tirk bigire. Lê ji ber peywendiyên hin aliyên siyasî, Iraq bêdeng dimîne.”

Li ser heman mijarê Parlementerê Iraqê Cemal Faxir jî, bal kişand ser bêdengiya hikumeta Iraq û herêma Kurdistanê.

Cemal Faxir dibêje; “Ev bêdengî bi ti awayî nayê qebûlkirin, ji ber ku armanca dewleta Tirk dagirkeriya herêmê ye.”

Endamê Komîsyona Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa jî destnîşan kir; dewleta Tirk li herêmê dagirkeriya xwe berfireh dike, xaka Kurdistanê dagir dike, û serweriya Iraqê binpê dike.

Herêm Kemal Axa, bêdengiya Bexda û Hewlêrê jî weke lihevkirina veşartî dinirxîne.

Parlamenterê Mesihî yê Herêma Kurdistanê Romîo Hekarî jî, di civîna parlementoyê de bi van gotinan nerazîbûna xwe anî ziman:

“Divê parlamento li dijî topbaran û bombebaranên balafirên Tirk, xwedî helwesteke cidî be.”

Lêkolînerê Siyasî Dr. Rêbwar Fetah jî got; armanca êrişên dewleta tirk kontrolkirina Iraqê ye.

Serokê Hevpeymana El-Fetih Hadî Amrî jî, bi daxuyaniyekê tûnd hişyarî da dewleta Tirk a dagirker û got: Em heya dawiya 2021’an dem didin artêşa tirk û ku tevahiya hêzên xwe ji xaka Iraqê derbixe.

 

 

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv