Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li gelek navendên Ewrûpayê êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê hatin protestokirin

 

ÊRÎŞ Û DAGIRKERIYA LI KURDISTANÊ
LI GELEK NAVENDÊN EWRÛPAYÊ ÊRIŞ HATIN PROTESTOKIRIN

Li gelek navendên Ewrupayê kurdîstanî û dostên xwe li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi hêrsin.

Kurdistanî û dostên xwe li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a li paytexta Norwêc Osloyê çalaki lidar xsitin.

Çalakî ji aliyê NCKD’a Osloyê ve hate organize kirin.

Li ser navê çalakgeran Ayser Yûce, êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser Şengal, Rojava Kurdistan û herêmên xwese şermezar kirin.

Nûnerên Norwêcî yên Solîdarîtet med Kurdistan jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de tevgerên Ciwanan li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî di nava tevgerê de bun.

Di çalakiyên êriş û dagirkeriya dewleta tirk, hevkarê wê PDK’ê hatin protesto kirin.

Tevgera ciwanên li Ewrupayê xwe ji bo meşa dirêj a di 11’ê Îlonê dest pê bike ama de dikin..

Meş wê 11’ê Îlonê li bajarê Kolnê dest pê bike û wê 14’ê Îlonê li bajarê Aachenê bi dawî bi be.

Bi sedan ciwan wê ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Awûstûrya, Îngilistan û gelek welatên din yê Ewrupayê tevlî meşê bibin.

Komîteya amadekar ji bo meşê bang kir ku bi ‘ruhê seferberiyê’ tevlî bibin.

Platforma Dijî Dagirkeriyê ya li Kurdistanê amadekariyên konferansekê dike.

Konferans wê 4’ê Îlonê li Holanda bê li darxistin.

Platforma Dijî Dagirkeriyê ya li Kurdistanê eşkere kir ku wê di konferansê de li ser rewşa Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê, rewşa hêzên Kurdistanê, helwest û parastina li dijî dagirkeriyê nîqaş werin kirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv