Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dr. Amy Austin Holmes: Felaketa nû dewleta Tirk e!

 

FELAKETA NÛ DEWLETA TIRK E !
DR. AMY AUSTIN HOLMES / THE HILL

Vê gava ku Efxanistan ji hev de dikeve, êrişên hewayî yên Tirkiyeyê felaketa bê hazir dikin. Amerîkayê êrişên DAIŞ´ê yên Tebaxa 2014´an ên li dijî Êzîdiyên Şengalê û ji wir jî êrişên 2015´an ên li dijî Xirîstiyanên Xabûrê li rojava weke qirkirin qebûl kiriye û çavkanî veqetandine ji bo silametiya van civakên ketine ber qirkirinê. Êrişên bêrawestan ên dewleta Tirk li Iraq û Sûriyê zehmet dikin ku ev civakên hanê li silametiya xwe vegerin, heta vê yekê ne mumkin dikin.

Pêşengê Êzîdî Seîd Hesen Seîd wê serokwezîrê Iraqê Kazimî bidîta. Lê wê rojê ji aliyê dewleta Tirk ve hat şehîdkirin. Ji serdema Sedam û vir ve, ev yekem serdana di wê astê de ya rayedarên Iraqê ji bo Şengalê bû. Dîtira rojê jî nexweşxaneya li Sikêniyê hat bombekirin û 8 kes şehîd bûn.

Bi awayekî hemwext di êrişên li dijî Til Temirê de jî Xirîstiyanên hîna mayî yên deverê di tehlûkeyê de ne û fermandara YPJ´ê Sosin Ahmed û sê şervanên din ên QSD´ê şehîd bûn. Ji
Çileya 2017´an heta bi Tebaxa 2020´an dewleta Tirk 3 hezar û 319 êriş birine ser hêzên QSD´ê û sivîlên Bakurê Sûriyê. Beramberî vê QSD´ê ji sînor û wêde tenê 22 caran bersiv daye. Yanî îdîaya dewleta Tirk a ku dibêje, wê bersiv daye êrişan li gorî matematîkê dereweke mezin e.

Dewleta Tirk û çeteyên wê agirbetsa ku Amerîkayê navbeykariya wê kiriye ya Cotmeha 2019´an jî di sala pêşî de 800 caran binpê kiriye. Dewleta Tirk di nava pênc salên bihurî de her sal êrişî Şengalê kiriye. Êrişên dewleta Tirk kirine ku hin Şengaliyên vedigerin Şengalê jî ji nû ve biçin kampan.

Ev bûyerên trajîk ên vê dawiyê li herêmê divê bikin ku civaka navneteweyî êdî guh bide van hawaran. Êrişên dewleta Tirk ji bo qanûnçêkerên Emerîkî û rêveberiya Biden du rêyan dihêlin: “Gelo em ê dewam bikin û destûrê bidin dewleta Tirk ku êrişên xwe yên bêîstîqrarkirinê dewam bike? Yan jî gelo em ê destûrê bidin saxfilitiyên qirkirinê ku ji nû ve ava bikin û bên ser hemdê xwe?

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv