Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HRE: Li Efrîn, Bab û Ezazê 12 dagirker hatin kuştin, 16 jî birîndar bûn

 

JI HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ RÊZEÇALAKÎ
HRE: LI EFRÎN, BAB Û EZAZÊ 12 DAGIRKER HATIN KUŞTIN, 16 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî rêzeçalakiyên li dar xistine, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya Hêzên Rizgariyê bi vî awayî ye

Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me di navbera rojên 27 û 31`ê Tebaxê de, çalakiyên bibandor li dar xistin.

Di vê çarçoveyê de;

Di roja 27`ê Tebaxê de, li derdora gundê Daglîbaşê yê bajarokê Babê li hemberî baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdegirtinê hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî brîndar bûn.

Di roja 29`ê Tebaxê de, li Efrînê di encama çalakiyeke de 2 çete birîndar bûn.

Heman rojê, li Ezazê, li hember serçeteyekî Cephe El-Şamiyê çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.

Di encama wê çalakiyê de serçete û çeteyekî din hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha seyareyek hat rûxandin.

Di roja 30`ê Tebaxê de, li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

31`ê Tebaxê li gundê Hizwanê yê bajarokê Babê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin.

Di encama wê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî brîndar bûn.

Bi giştî, herî kêm 3 jê leşkerên Tirk 12 dagirker hatin kuştin, 16 dagirker jî hatin birîndar kirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv