Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: ‘Gerîlayan li Çiyayê Tendurekê derb li dagirkeran xist’

 

ŞERÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
GERÎLAYAN LI ÇIYAYÊ TENDUREKÊ DERB LI DAGIRKERAN XIST

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê rêveçûna şerê li dijî dagirkeriyê de agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê;

29’ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Navrê yê li qada Tendurekê ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest bi êrişên dagirkeriyê kir.

Saet di 02 û nîvê şevê de yekîneyeke dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate kontrolkirin û ji cihekî nêz ve lê hate xistin.

Di vê çalakiyê de 2 çawişên pispor hatin cezakirin.

Dagirkeran piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî xwestin dest li qadê werdin û wesayiteke zirxî ji kendêl wergeriya. Di encamê de 8 dagirker mirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku di vê operasyonê de derbeke giran xwar 1’ê Tebaxê neçar ma vekişiya.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de

1’ê Îlonê piştî nîvro saet 2 û êvarê saet di 5’an de li herêma Avaşînê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman hate xistin.

Di van herdu çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Li Qada Berxwedanê ya Cîloyê Biçûk ê Zapê

1’ê Îlonê saet 8’ê şefeqê bi qasî 10 deqeyan artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Cîloyê Biçûk barand.

Dagirkeran piştî vê êrişê xwestin ber bi qada berxwedanê ve biçin, lê hêzên me ji du baskna ve bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di encama destwerdana berxwedêrên me de dagirker neçar man xwe vekişînin.

Li Qada Berxwedanê ya Werxêla Avaşînê

1’ê Îlonê piştî nîvro saet 2 heta 2 û nîvan artêşa Tirk a dagirker bi gazên bi jehr û 7 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin.

Li ser qadên berxwedanê liv û tevgera dronan û balafirên keşfê dewam dike.

Li milê bakurê Kurdistanê 28’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Şirnexê dest bi êrişên berfireh a dagirkeriyê kir.

Di dema vê operasyonê de qadên Mewuşkê, Korta Xanê, Besta Blûzerê, Girê Firinê, Şehîd Armanc, Xirbik û Apê His bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di encama vê bombardûmanê de agir bi qadê ket. Ev êriş hîn jî dewam dike.

1’ê Îlonê saet di navbera saet 7 heta 3’yên piştî nîvro li herêma Garê gundên Şiyê û Rêdinê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv