RÊVEBERIYA XWESER
JI BER KLÎBA WÊ XELAT DA SORXWÎNÊ
Sorxwîn Sadûn a 11 salî, bi klîba “Payîzok” hat nasîn û deng veda.
Di kilba dawî ku ji aliyê Navenda Pargîn ve hate amadekirin de, “Payîzok”ek dixwîne û li ser medyaya civakî bû trend.
Rêveberiya Xweser, ji ber vê xebata serkeftî plaketekê da Navenda Pargîn û tembûrek jî pêşkêşî Sorxwînê kir.
Sorxwîn Sadûn dibêje; “Ev stran a min a yekem e, niha ji bo stranên nû dixebitin.”