BERNAMEYA NUKLEERÎ YA ÎRANÊ
PARLEMENTO QANÛNA ZÊDEKIRINA XEBATÊN NUKLEERÎ ERÊ KIR
Parlementoya Îranê doh qanûneke wisa erê kir ku dikare rê li ber aloziyên mezin veke..
Li gorî vê, qanûna redkirina kontrola navendên nukleerî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û her wiha dewlemendkirina uranyumê hat pejirandin..
Bi vê qanûnê re wê rêjeya uranyum li Îranê ji sedî 20 were dewlemendkirin..
Li gorî bernameya nukleerî ya sala 2015’an hatibû mohrkirin, Îran dikarîbû tenê rêjeya ji sedî 3.67 uranyumê dewlemend bike..
Balkêş e ku qanûna mijara gotinê, piştî kuştina pisporê nukleerî Muhsîn Fexrîzade hate erêkirin..
Ji ber wê ev gava parlementoyê weke bersivdayîna kuştina Fexrîzade tê şîrovekirin…
Li gorî yasayan, di nava 2 mehan de eger ambaryoya li ser Îranê neyê sivikirin, wê rêjeya dewlemendkirina uranyumê derkeve ji sedî 20’an…
Her wiha wê destûr neyê dayîn ku çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li navendên nukleerî yên Îranê kontrolê pêkbînin..
Ji bo erê bike, qanûn pêşkêşî serok-komar hate kirin..
Lê Hesen Ruhanî beriya erêkirina parlementoyê têkildarî mijarê axivî û wiha got:
Qanûn dikare zerarê bide dîplomasiya hukûmetê. Ji ber vê ez destekê nadin qanûnê..