EYN ÎSA Û RÛSYA
MIHEMED SEYDÎ / WELAT
Beriya çend rojan êrîşeke dijwar li ser Eyn Îsayê pêk hat. Di vê êrîşê de bi dehan çeteyên dewleta tirk hatin kuştin. Rûsya heta êrîş nehatin pûçkirin, wekî ku nabîne xwe bêdeng kir,lê dema ku cenazeyên çeteyan li wan erdan man, hat û li gel HSD’ê bû navbeynkar da ku çete û dewleta tirk cenazeyên xwe bibin. Piştî ku cenazeyên xwe birin, dîsa êrîşan dest pê kir û Rûsya jî bêdeng bû.
Îsa girtin, wê demê Rûsya ku li gorî peymaneke bi HSD’ê re hatiye li herêmê bi cih bûye, bêwate dibe û dîsa jî peymanên cotmeha 2019’an li ser Serêkaniyê û Girê Spî.
Jixwe wiha dixuyê ku rêveberiya Amerîkayê ya nû jî dixwaze deverên ku berê jê vekşiyaye, careke din bigire, lê daxwaza derxistina Rûsya ji van herêman dike. Ger Rûsya difikire ew ê bi çoyê tirkan careke din tawîzan ji bakurê Sûriyê bigire, ew ê bikeve nav rewşeke ku êdî tifaq pê re çênebin.