LI SILÊMANIYÊ NEDAYINA MÛÇEYAN HAT PROTESTOKIRIN
POLÎSAN ÊRIŞÎ ÇALAKGERAN KIR
Bexda ragihandibû ku heya naveroka peymana 50 salîya di navbera PDK û dewleta tirk a li ser petrola herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin neyê eşkere kirin wê mûçeyên karmendên herêmê nede.
Ji ber vê qrîzê li bajarê Silêmaniyê û Kerkûkê di pêşengiya mamoste û karmendan meş hat li darxisitn.
Li Silêmaniyê dema çalakvan gihaştin navenda bajêr ber Deriyê Sera bi mudaxelaya polîsan re rû bi rû man.
Li bajarê Kerkûkê jî li ser mijarê li pêşiya avahiya perwerdeya Kerkûkê daxuyaniyek dan û mamosteyan gotin ku heya mûçeyên wan neyên dayin ew ê karê xwe boykot bikin.
Piştî destpêkirina çalakiyê li ser mijarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di civîna Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê de ragihand ku wê dest bi parvekirina mûçeyên karmendan bikin.