HOVITIYA DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ
ÇETEYÊN TIRKAN JI GUNDÊ BEDÎNA 3 SIVÎL REVANDIN
Dewleta tirk a dagirker û ceteyên wê rojane xelkên Efrînê direvîne.
Kesên ku direvîne jî bi beramberî fîdyeyan berdide an jî dikuje.
Li gorî çavkaniyên heremê:
Çeteyên dewleta tirk êrîşî gundê Bedîna yê Efrînê kirin û 3 sivîl revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ye:
Xelîl Mihemed Şeban yê 60 salî, Rifet Hisên Mihemed yê 43 salî û Omer Beyrem Elo yê 65 salî.
Çavkaniyê destnîşan kir ku malbata Xelîl Şeban ji bo berdanê 338 hezar lîreyê Sûriye beramberî berdanê dan çeteyan.
Aqûbeta Rifet Hisen û Omer Beyrem nediyar in.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 2 sivîlên ku berê revandinbûn ên bi navên Ehmed Arif îbiş û Hesen Arif Oso, piştî ku malbatên wan 522 hezar lîreyên Sûriyê dan çeteyan hatine berdan.