Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Reşad Sorgul: Li defa xelkê nexin 03.12.2020

 

LI DEFA XELKÊ NEXE
RÊŞAD SORGUL / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA

Ez îsal bi xwe ji her demê zêdetir bi Payîzê hesiyam û niha jî bi ser wê de Zivistan hat. Di van rojên wisa hestyar de min li beşeke hevpeyvîna Mamed Cimo bi rewşenbîrê Kurd Osman Sebrî re kirî, guhdarî kir û hê jî firsendê bibînim lê guhdarî dikim. Bala min kişand, Osman Sebrî hinek fikrên xwe û gotinên xwe bi israr dubare dike. Kurtûkurmancî dibêje; “Ê xwe bin, ji xwe re bin. Bi destê xwe bin. Hûn nanê kê bixwin, hûn ê li defa wan bixin.” Bi taybetî destnîşan dike ku dema dibêje, “Ji xwe re bin” ew nayê wê maneyê qewmperest bin. Mamed Cimo bi israr jê dipirse, “Gelo Rojhilat – bi maneya Sovyet û çepgir – ji Kurdan re ji Rojava ne çêtir in?” Ew dibêje, “Ro wê bê Rojhilatiyê ji tişta Rojavayiyan anî serê Filistiniyan xirabtir bînin serê Kurdan.” Piştî vê gotina xwe jî bi taybetî destnîşan dike ku divê Kurd bi xwe fikra xwe hebin; bi aqil û mejiyê xelkê nemeşin. Mejiyê xwe vala nehêlin da ku xelk fikra xwe nexin serê wan. Axir, Osman Sebriyê Ap, gelek gotin û şîretên xweş û bi fêyde dibêje. Min berê jî pirtûka wî ya bibîranînan xwendibû, lê di nava axaftinên wî de hinek agahiyên girîng hene di pirtûka wî de cih nagirin.

Ez dixwazim di çarçoveya van çend gotinên Osman Sebrî de bi çend bûyerên îro dakevim û şirove bikim. Gotina zêrîn ev e: “Tu nanê kê bixwî tu yê li dahola wî bidî.” Ango tu li ber destê kê perwerde bibî tu yê strana wî bibêjî. Yan jî tu kurtêlên kê bixwî tu yê li defa wî bidî. Îca di vê çarçoveyê de em li meseleyê temaşe bikin, em ê bibînin kes yan jî rêxistinên pişta xwe dane dijminên xwe ne ku ji xwe re ne, li ser navê dijminên xwe dilorînin. Qoq vala ne, kewara xelkê ne. Na, belkî jî sergoyê xelkê ne. Ji afirê Kurdan dixwin û li ser sergoyê xelkê dizirin.
Belkî hûn bibêjin, ma ev tişta tu dibêjî kî nizane. Her kes vê dizane û jixwe pêşiyên me Kurdan ev yek gelek caran bi gelek awayan gotine. Rast e, lê dema mirov ne yê xwe be, ne bi destê xwe be, bê kok û reh be; mîna kelemperan bi ber her bayî dikeve; rojekê dizûre û rojekê jî dizire. Talî jî wê birize.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv