DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK A LI BAŞÛR
PARLEMENTERÊN IRAQÊ JI KAZIMÎ XWESTIN KU HÊZÊN TIRK DERXIN
Parlamenterên Iraqê Kerîm El-Mihemedawî yê ji Bedir û Fadil El-Fetlawî yê eniya Hevbendiya El-Fetih li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ji Rojnewsê re axivîn.
Kerîm El-Mihemedawî destnîşan kir ku dewleta Tirk axa wan dagir kiriye û bang Kazimî kir ku li gorî yasayan tevbigere..
El-Mihemedawî îşaret bî têkoşîna PKK’ê ya li dijî dewleta Tirk jî kir û got, ya niha axa me diparêze tenê PKK ye.
Fadil El-Fetlawî jî anî ziman ku parlamentoya Iraqê wê zextên xwe li ser hikûmetê bidomîne da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di qada navnetewî de tevgera xwe zêde bike û pêşî li sûcên wê bigrin.