SALVEGERA FERMANA 3’Ê TEBAXÊ
KCK: EM Ê JI HER DEMÊ ZÊDETIR XWEDÎ LI ÊZIDIYAN DERKEVIN
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku 3’ê Tebaxa 2014’an DAÎŞ’ê qirkirina Êzidiyan pêk anî û hêzên ku ji bo parastina Êzidiyan erkdarbûn, li ber vê êrîşa qirer erka xwe bi cih neanîn.
KCK’ê hişyariyên Rêber Apo yên ji bo parastina Êzidiyan bi bîr xist û got; Rêber Apo berî êrîşa DAIŞ’ê demeke kin, diyar kiribû ku dibe êrîşî Êzidiyan bê kirin, perspektîfa parastina Êzidiyan dabû.
KCK’ê ragihand; Fermana 74’an nîşan da ku xweparastin û xwerêveberiya Êzidiyan mafê herî bingehîne û wiha got;
Parlementoyên Belçîka, Hollanda, Portekîz û Iraqê, êrîşa 3’ê Tebaxê ya DAIŞ’ê û qetlîam pêk anî, weke qirkirin qebûl kirin. Ev biryar girîng in. Lê divê bêjin ku kêmanî jî heye. Divê ji bo careke din ferman û qirkirin pêk neyên çi bê kirin? divê ya girîng bersiva vê pirsê bê dayîn. Di vî warî de yên ku ev biryar girtine, ji bo xweseriya Êzidiyan divê kar bikin.
KCK’ê soz da ku ewê ji her demê zêdetir xwedî li Êzidiyan derkevin ewê tolhildana jinên Êzidî li ser xeta azadiya jinê, bi gihandina xweseriya demokratîk a Şengalê bistînin.