HOVÎTIYA REJÎMA ÎRANÊ!
3 GIRTIYÊ KURD ÊN LI ZINDANA ÛRMIYÊ DARVEKIRIN
Rejîma Îranê îro cardin bi hovîtiya xwe ket rojevê.
3 girtiyên Kurd ên li zinana Urmiyê darvekirin.
Hat zanîn ku rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd ên li zindana Urmiyê darvekirine.
Navên kesên hatine darvekirin ev in.
Hemze Rezayi yê ji Selmasêye, Sepehr Abbas Nejad û Îskender Zarî yên ji Urmiyê ne.
Lê heta niha rayedarên rejîmê derbarê mijarê de daxuyaniyek fermî nedane.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka salê ve nêzî 20 Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.