FERMANA 3’Ê TEBAXÊ
ŞEHÎDÊN FERMANÊ LI SER GORA XWE HATIN BIBÎRANÎN
Êzidî bi çalakiyên cûr be cûr şehîdên komkujiya 3 Tebaxê bibîrtînin.
Bi vê boneyê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan PADÊ û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, serdana gorên komî yên li Herdanê kirin.
Li ser gorên komî, dayîkan mûm pêxistin.
Ji rêvebiriya PADÊ Semîr Derwêş li vir axivî û got;
“Tevî gelê me rastî jenosîdê hatiye jî, hîn mafê Êzidiyan nehatiye dayîn.
Emê weke PADÊ heya dawî ji bo bidestxistina mafê Êzidiyan, têbikoşin.”
Welatiya bi navê Nefiya Mêşî jî axivî û diyarkir ku Iraqê dibêje Şengal beşek ji Iraqê ye, lê heya niha jî di kiryar de tiştek ji bo Êzidiyan nekiriye.
Nefiya got ku ger îro Iraq jenosîdê naskiriba, wê lelatên din jî naskiriba.