Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzvanê mafê mirovan Akin Bîrdal: Tecrîd pirsgirêka mafê mirovan e 07.12.2020

 

PARÊZVANÊ MAFÊ MIROVAN AKIN BÎRDAL
“TECRÎD PIRSGIRÊKA MAFÊ MIROVAN E”

Ev zêdetirî du sal in serlêdanên parêzerên buroya hiqûqê ya sedsalê ên ji bo hevdîtina bi Rêber APO re bêbersiv tên hiştin.

Parêzvanê Mafên Mirovan û Siyasetmedar Akin Birdal li ser mijarê ji ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî.

Akin Bîrdal destnîşan dike ku dewleta Tirk zindana Îmraliyê ji bo polîtîlkayên xwe yên hundurîn kiriye amûrek û wiha dibêje.

Dewleta Tirk di mijara Îmraliyê de li gor hiqûqa xwe ya navxweyî tev nagere. Di hiqûqa wê de diyar e, wê hikumxwar li gor kîjan pîvanan hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzeran re çêbikin. Lê vê yekê nake.

Serokê Fexrî yê ÎHD’ê Akin Bîrdal jî başkişand ser hewldanên rêber APO ên ji bo edalet, azadî û demokrasiyû û wiha got:

Em ji destpêkê de diyar dikin ku tecrîd pirsgirêka mafên mirovan e. Divê ev bêqhiqûqîtî rojek berî rojekê ji holê were rakirin.

Akin Bîrdal ji saziyan navnetewî yên wekî CPT, Dadgeha Mafê Mirovan, Parlementya Ewropayê, Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê xwest ku tecrîdkirina birêz Ocalan têxin nav rojeva xwe û dawî li vê bêhiqûqiyê bînin.

PARLEMENTER DÎLAN DÎRAYET TAŞDEMÎR
“ÇARESERIYA TEVAHIYA PIRSGIRÊKAN ÎMRALI YE”

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî li ser heman mijarê bersiv da pirsên ajansa nûçeyan a Jinnewsê.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku tecrîdkirina birêz Ocalan pêkanîneke derveyî hiqûqê ye wiha got.

Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.Birêz Ocalan ji ber ku pêşengê gel e, tecrîdkirina wî tê wateya tecrîdkirina gel.

Em ê weke partî ji bo rakirina tecrîdê çi ji destê me werê em ê bikin.

Ne tenê gelê Kurd kesên ku li Tirkiyê demokrasiyê dixwazin divê ji bo rakirina tecrîdê bixebirin. Jiber ku çareseriya tevahiya pirsgirêkan li Îmraliyê ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv