BIYARA RAWESTANDINA WEŞANA NRT’YÊ
SAZIYÊN ROJNAMEVANIYÊN BIRYARÊ ŞERMEZAR KIR
Rawestandina weşana Televziyona NRT bû sedema nerazîbûna rojnameger, parlamenter û rêxistinan.
Rojnameger, parlamenter û kesayetên naskirî ji bo piştgiriyê bidin NRT’yê li ber derê NRT’yê kom bûn.
Di çalakiya li ber avahiyê de, daxwaza azadiya medyayê hate kirin.
Rêveberê Sentera Metro Rehman Xerîb li ber derê avahiyê daxuyaniyek çapemeniyê da û got;
Ev 9 sal e desthilat siyaseta xwe ya li hemberî medyayê neguhertiye.
Berê avahiyên televziyonan dihatin şewitandin, lê niha têne girtin.
Ev yek dijî qanûna karê rojnamegeran, mafê mirovan û demokrasiyê ye.
Rêveberê Saziya Medyaya Nalya Rêbwar Ewrehman jî axivî û got;
Girtina televziyonê biryarek siyasî û li ser Wezareta Rewşenbîrî jî hatiye ferz kirin.
Biryara rawestandina weşanê dijî yasayê ye.
Di çalakiyê de hat xwestin ku biryar were betalkirin û zextên lis er rojnamegran bi dawî bibin.