Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parêzer Serbay Koklu: Daxwazên girtiyan meşrû ne divê werin cih 07.12.2020

 

PERGALA ÎŞKENCE Û TECRÎDÊ YA ÎMRALIYÊ
PARÊZER SERBAY KOKLU: DAXWAZÊN GIRTIYAN MEŞRÛ NE DIVÊ WERIN CIH

Kurdistaniyên li welat û derveyî welat tevî ku di bin êrişên giran ên faşîzmê de ne jî ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan in.

Kurdistanî diyar dikin ku heta pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê neyê şikandin wê faşîzm serdest be.

Û ji bo şikandina vê pergala bêrehm jî di çarçova Pêngava Dem Dema Azadiyê ya KCK û KJK’ê çalakî bi pêş dixin.

Dîlên azadiyê jî ji 27’ê Mijdarê ve ji bo şikandina tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Parêzerê Rêber Apo Serbay Koklu bal kişand ser sîstema Îmralî û got:

Sîstema Îmralî, mîna dewama komploya navnetewîye û di şexsê birêz Ocalan de şikandina vîn û hişmendiya azadiyê ya gelê Kurd hedef dike.

Serbay Koklû bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku 27’ê Mijdarê dayîn destpêkirin jî û got:

Ev çalakî nîşan dide ku tehemûl ji tecrîdê re nemaye û dîsa cihê birêz Ocalan ê di nava civakê de jî nîşan dide.

Parêzer Serbay Koklu, diyar kir ku ji bo rabûna tecrîdê divê gav bên avêtin,

ji bo girtiyên di nava şertên pandemiyê de ketine grevê jî bê ku ziyanên mezin rû bidin bang li raya giştî kir da ku bi hestyar bin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv