LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ÇALAKIYÊN GEL DEWAM DIKIN
DI ÇALAKIYA SEYÎDSADIQ DE ZAROKEK BIRÎNDAR BÛ
Nerazîbûnên li hemberî rewşa xirab ya Herêma Kurdistan û paşxistina mûçeyê karmendan her ku diçin zêde dibin.
Bi taybet li Silêmanî, navçe û bajarokên wê roj bi roj gel dadikeve qadan û li dijî vê rewşa xirab nerazîbûn zêde tîne ziman.
Bi vê boneyê li navça Silêmanî Seyîdsadiq bi sedan welatî daketin kolanan û dest bi xwepêşandanê kirin.
Welatiyan destpêkê rêya sereke ya Silêmanî-Helebce li trafîkê girtin. Piştî girtina rê çalakvanan berê xwe dan avahiya PDK’ê ya Seyîdsadiq.
Li gorî agahiyên ji herêmê parêzvanên baregeha PDK’ê ji bo dûrxistina xwepêşanderan, gule li ser gel reşandine.
Di encama gulebaranê de zarokek birîndar bû.
Çalakvanên ku dîtin zarok birîndar bûye ew rakin nexweşxanê.
Çalakvanan piştî birîndarbûna zarok avahiyê PDK, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî şewitandin.
Li aliyê din Xelkê bajarokê Teqteqê jî li dijî nedana mûçe û rewşa xirab a herêmê daket qadan.
Çalakvan daxwaza xizmetguzarî û rêveberiyeke adilane dikin.