Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Girtiyên azadiyê ji 27’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne 07.12.2020

 

BERXWEDANA LI ZINDANAN
GIRTÎ JI 27’Ê MIJDARÊ VE DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo li zindanên dewleta Tirk di greva birçîbûnê de ne.

Berxwedana ku 27’ê Mijdarê dest pê kir ji aliyê koma siyamîn ve dewr hat girtin.

Siyasetmedar Sebahat Tuncel a li zindana Kandira ya Kocaeliyê rehîn tê girtin jî di koma seyemîn de cihê xwe digire.

Li aliyê din girtiyên bi navê Veysî Denîzhan û Serhat Borak ji zindana Tarsûsê Tîpa T’yê beşdarî çalakiyê bûne peyam şandin.

Girtiyan diyar kirin ku ew di berxwedana xwe de bi biryarin û dawî li tecrîdê bînin.

Hamîd Yuksel û Zeyneb Yildirim ên li zindana Oltu ya Erzurumê di grevê de ne jî peyamên xwe şandin.

Girtiyan ji herkesî xwestin li dora çalakiya wan bibin xelek û deng bidin dengê berxwedana wan.

Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê jî li ser hesabê xwe yê medya dijîtal peyam dan.

Ciwanan dan zanîn ku daxwazên girtiyan, daxwazên wan e û ev bang kirin.

Werin bi rihê Kemal, Xeyrî û Mazluman li kolan, tax û kuçeyan xwedî li vê berxwedana bi rûmet derbikevin.

ÊŞKENCEXANEYÊN DEWLETA TIRK: ZINDAN
LI ZINDANA GEBZE YA JINAN ZEXTEKE ZÊDE LI SER GIRTIYAN HEYE

Di vê navberê de roj nîne, ku ji zindanên dewleta Tirk a dagirker, nûçeyên zilm û zora li dijî girtiyên siyasî neyên.

Bi taybet bi berxwedana greva birçîbûnê re ev zilma li ser girtiyan hîn zêdetir bû.

Hatîce Arat a li zindana Gebzeyê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa binpêkirinên mafan kir.

Xwişka Hatîce, Tugba Beklîm anî ziman ku xwişka wê jê re gotiye tedawiya girtiyên nexweş jî nayê kirin.

Û bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re zexta li ser wan qet bi qet zêde bûye.

ÊŞKENCEXANEYÊN DEWLETA TIRK: ZINDAN
RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI ZINDANÊN BEHRA REŞ HAT EŞKEREKIRIN

Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê jî rapora binpêkirinên mafên mirovan ên zindanên Herêma Derya Reş bi raya giştî re parve kir.

Rapor cîh dide rewşa dawî ya li zîndanên Rîze/Kalkandere, Trabzon/Beşikduzu, Giresun/Espiye, Samsun/Bafra û Orduyê..

Di rapora ÎHD’ê de hin binpêkirinên mafan wiha hatin rêz kirin:

*Di kawîşên 14 kesî de ji 28 heta 38 kes tên ragirtin..

* Di vê reşwa nexweşiya Korona de malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan û gelek girtş bi nexweşiyê ketine..

*Girtiyên nexweş di wexta xwe de nayên derman kirin.

*Girtiyên dişînin nexweşxaneyan jî bi bahaneya lêgerinê tên tazî kirin û rûmeta wan tê şikênandin.

*Êşkence heye. Lê Doxtor rapora vê yekê nadin girtiyan.

*Oedeyên girtiyan 24 saet di bin qeyda kamerayan de ne û cezayê hucreyê didin wan.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv