GELÊ ŞENGALÊ LI DIJÎ PEYMANA PDK Û BEXDAYÊ MEŞIYAN
BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BI YEK DENGÎ XWEDÎ LI ÎRADEYA XWE DERKETIN
Hêrs û bertekên gelê Şengalê yên dijî peymana di navbera PDK û Bexdayê de hatî îmzekirin her ku diçe zêde dibe.
Gelê Şengalê ji bo balê bikşînin li ser vê tifaqa qirêj a di bingeha xwe de înkara îradeya gel tê de heye îro meşek girseyî li dar xist.
Meşa ku bi tevlibûna hezaran ji navenda Şengalê hat despêkirin ji hêla nûçegiyanê me Îbrahîm Êzidî ve hat şopandin.