Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Parezerên Ewrûpî ji ber tevgera MÎT’a tirk a li Erûpayê bi fikar in 11.03.2021

 

“EWROPA JI MÎT’Ê DITIRSE”
PARÊZERÊN EWRÛPÎ JI BER TEVGERA MÎT’A TIRK A LI EWROPAYÊ BI FIKAR IN

Serokê berê yê Dayreya Îstîxbaratê ya Fermandariya Giştî ya Tirk, Îsmaîl Hakki Pekin beriya bi çendekê lê xwe mikur hat ku komkujiya Parîsê “operasyona dewletê bû”

Dewleta Tirk bi vî awayî di asta jor de li sûîqesta Parîsê mikur hat.

Pekîn her wiha gefa kuştina bi sûîqestan a rêveberên KCK´ê yên li Ewropayê xwar.

Ev bû mijara konferanseke li ser înternetê ya online.

Enstîtuya Kurdî ya Brukselê konferans organîze kir.

Parêzerên Ewropî Jan Fermon ji Belçîkayê, Frank Jasenski ji Almanyayê û Antoine Comte ji Fransayê, rojnamevan Ferda Çetin weke qiseker beşdarî konferansê bûn.

Ludo De Brabander ê ku bûyerên li Kurdistan û tirkiyê ji nêz ve dişopîne moderatoriya wê kir.

De Brabander mikurhatin û gefên Pekin bi bîr xistin, got,

Li Ewrûpayê jî siyasetvanên Kurd hene ku Wezareta Karê Hundir a Tirk navên wan xistine lîsteya kesên ku dewleta tirk li wan digere.

Rojnamevan Ferda Çetîn sûîqestên MÎT’a tirk ên di demên berê de jî bi bîr xistin û bal kişand ser hevkariya îstîxbaratên dewletên Ewrûpî bi MÎT’a Tirk re.

Parêzerên Ewropî yên tevli konferansê bûn, li dijî tevgera MÎT’ê nerazîbûna xwe îfade kirin û gotin;

Divê dawî li xebatên îstîxbarata Tirk ên li Ewrûpayê bê anîn.

Dewletên Ewropî divê bi awayekî lezgîn red bikin ku dewleta Tirk terorê îxracî Ewrûpayê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv